Li herêma Potosîyê otobûseke rêwîyan ji pirê ket xwarê di encamê de 19 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn.
Li Bolîvayaya welatê Emrîkaya Başûr ji ber ku otobûsa rêwîyan ji pirê ket xwarê qeza pêk hat, di encama qezaya ku pêk hat de 19 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn. Li gorî xebera ku di çapemenîya Bolîvyayê de derbas dibin de, tê destnîşankirin ku qeza li ser rêya ku bajarokên Uyuni û Atochayê girê hev dide pêk hatîye.
Şofêrê otobûsê dema ku di vîrajê de derbas bûye bi lez bûye û ji ber vê yekê qeza pêk hatîye. Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û ewlehîyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Rayedaran derheqê qezayê de daxuyand ku ew tehqîqatekî berfireh dane destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro danê êvarê di dema dorpêçkirina malekê li başûrê Tulkarmê ya li Şerîaya Rojavayê de, di encama gulebarana hêzên îşxalker de ciwanekî ku birîndar bûbû şehîd bû.
Di Festîvala Kumbh Mela ya ku li bajara Prayagraj ê Hindistanê hat lidarxistin de îzdîham pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 354 kesan û 111 hezar û 563 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Uttar Pradeşa bakurê Hîndistanê di dema rîtûela dînî de sehne hilweşîya, di encamê de herî kêm heft kes mirin, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.