Li wîlayeta Uttar Pradeşa bakurê Hîndistanê di dema rîtûela dînî de sehne hilweşîya, di encamê de herî kêm heft kes mirin, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Bûyer, li herêma Baghpata Uttar Pradeşê pêk hat.
Li gorî polêsê Hîndistanê sehneya ku ji bo rîtûela dînî bê bicîhkirin hilweşîya.
Di dema bûyerê de herî kêm 7 kesên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hene canê xwe ji dest dan, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku sehne bi bambû û tehtikan hatîye çêkirin, û ji ber ku bar giran bûye hilweşîyaye.
Hat destnîşankirin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam li ber mala Yehya Sinwar a li Xan Yûnisê kom bûn, ku di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan de dê êsîrên îşxalker bên berdan.
Ofîsa Medyaya Hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku di nav 72 seatên dawîn de ji 500 hezarî zêdetir Filistînî ji malên xwe yên li Xezzeyê re vegerîyane.
Di çarçoveya agirbesta di navbera rejima îşxalker û HAMASê de hatibû îmzekirin de îro ew ê 3 êsîrên îşxalker bêne serbestberdan û wê sîyonîst jî 110 êsîrên Filistînî serbest berde.
Rejima qatil, li bajaroka Tammuna bajara Tubasê ku li bakurê Şerîaya Rojavayê ye êrîşeke asîmanî li dar xist, di encamê de 10 sîvîl şehîd bûn.