Li Derayê êrîş li ser leşkerên Sûrîyeyê: 2 kuştî
Li gundewarê bakurê Derayê di êrîşekê de du leşkerên artêşa Sûrîyeyê canê xwe ji dest dan.
Daîreya Medya û Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ragihand ku her du leşker li ser rêya Qunaya-Sanamaynê ji aliyê êrîşkarên nasnameya wan nediyar ve hatine hedefgirtin û di encamê de canê xwe ji dest dane.
Di 13ê Mijdarê de jî li Dêrezorê di êrîşeke kesên nasnameya wan nediyar de leşkerekî artêşa Sûrîyeyê hatibû kuştin û du leşker jî birîndar bûbûn.
Her wiha di meha Cotmeha borî de jî li bajarokê Bukrusê yê li rojhilatê gundewarê Dêrezorê di êrîşekê de leşkerekî din canê xwe ji dest dabû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê ragihand ku tevî agirbesta ku di 11ê Cotmeha 2025an de li Şerîda Xezzeyê ket meriyetê, rejîma sîyonîst êrîşên xwe didomîne û di vê pêvajoyê de zêdetirî 1700 Filistînî şehîd bûne. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê yên 26ê Mijdarê, ji destpêka agirbestê ve hejmara şehîdan gihîştiye 1705 kesan û ya birîndaran jî gihîştiye 6 hezar û 163 kesan. Her wiha di heman demê de termên zêdetirî 850 şehîdan ji bin kavilan hatine derxistin.
Tevgera Ensarullah a li Yemenê ragihand ku di êrîşeke hewayî ya ku tê îddîakirin ji aliyê Erebistana Siûdî ve li wîlayeta Taîzê hatiye kirin de, piraniya wan zarok 11 kesan canê xwe ji dest daye.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê li nêzîkî Girava Hengam li Kendava Farsê guleyên hişyariyê avêtin balafireke şer a F-16 a Amerîkî û balafir neçar ma ku paşve vekişe.