Li Efxenistanê zayîada erdhejê zêde dibe
Di erdheja ku li nêzê Gora Pîroz a bakurê Efxenistanê di mezinahîya 6,3yan de pêk hat de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 27 kesan.
Rayedarên mehellî, îfade kirin ku piştî erdhejê 956 kes birîndar bûn û hezar û 37 xanî jî xera bûn.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Emrîkayê (USGS), destnîşan kir ku erdhej 28 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Li gorî agahîyan li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin. Û dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mûsa Ebû Merzûk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, diyar kir ku hêza leşkerî ya navneteweyî ya ku li Xezzeyê tê plankirin nikare şûna artêşa îşxalker bigire. Ebû Merzûk tekez kir ku ev plan xizmeta berjewendiyên Emrîkayê dike.
Li wîlayeta Kentuckya Emrîkayê balafireke kargoyê ya aîdê şîrketa kargoyê ya UPSê, piştî ku ji bo firînê rabû di nav demeke kurt de ket xwarê, di encamê de 7 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Chhattisgarh Hîndistanê qezaya trênê pêk hat, di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Qesra Spî ragihand ku Serokê Emrîkayê Donald Trump dê roja Duşemê ya bê bi Serokê Sûrîyeyê Ahmed El Şera re bicive.