Li Emrîkayê otobus qeza kir: 5 kes mirin

Di qezayekê de ku otobuseke geştyarî dema ku ji geşta xwe ya ber bi Niagara Falls a li wîlayeta New Yorkê vedigeriya, qulipî, herî kêm 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Polêsê wîlayetê ragihand ku otobuseke rêwiyan ku ji Niagara Falls vedigeriya New York City li herêma Genesee qulipî.
Şofêrê otobusê ji ber leza zêde û balkişandina li ser rê, kontrola wesayîtê winda kir.
Hat ragihandin ku ji ber derketina otobusê ji rê û qulipînê 5 kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Mirovên birîndar bi ambulansê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Polêsên New Yorkê ragihand ku li ser bûyerê tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 662yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 157 hezar û 673 kesan.
Li Xezzaya ku di bin îşxala rejima îşxalker de ye xela heye. Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de 8 kes ji birçîna şehîd bûn, hejmarê şehîdên ji birçîna şehîd bûne derket 281 kesan.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandê Caspar Feldkamp, biryara redkirina li hember muameleyên rejima îşxalker a li Xezze û Şerîaya Rojavayê girtina tedbîrên pêş a ji teref hikûmetê ve protesto kir, û daxuyand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kirîye.