Li Xezzeyê hejmarê şehîdên ji birçîna 114 jê zarok derket 281 kesan

Li Xezzaya ku di bin îşxala rejima îşxalker de ye xela heye. Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de 8 kes ji birçîna şehîd bûn, hejmarê şehîdên ji birçîna şehîd bûne derket 281 kesan.
Micadeleya jîyanê li Xezzeyê bênavber berdewam dike. Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristî ya Filistînê Munîr el-Burş, di daxuyanîya ku da de, îfade kir ku di nav 24 seatên dawîn de 8 Filistînîyên dinê jî ji birçîna şehîd bûne.
Burş, destnîşan kir ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê hejmarê şehîdên ku ji birçîna şehîd bûne 114 jê zarok derket 281 kesan.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di daxuyanîya ku doh da de, ragihand ku xelaya li Xezzeyê felaketekî ku bi destê însanan hatîye çêkirin e, bi vê şeklê bang li civaka navneteweyî kir.
Neteweyên Yekbûyî, li Xezzeyê bi fermî xela îlan kir. Rayedarên Filistînî, bal kişandin ku birçîbûnî ji teref rejima îşxalker ve wek “Çekekî” tê bikaranîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 662yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 157 hezar û 673 kesan.
Di qezayekê de ku otobuseke geştyarî dema ku ji geşta xwe ya ber bi Niagara Falls a li wîlayeta New Yorkê vedigeriya, qulipî, herî kêm 5 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandê Caspar Feldkamp, biryara redkirina li hember muameleyên rejima îşxalker a li Xezze û Şerîaya Rojavayê girtina tedbîrên pêş a ji teref hikûmetê ve protesto kir, û daxuyand ku ji wezîfeya xwe îstîfa kirîye.