Li Endonezyayê lehî li kana zêran a qaçax rabû: 3 mirî, 23 winda
Li wîlayeta Cavaya Rojava ya Endonezyayê, di encama lehiya li kana zêran a qaçax de 3 karkeran canê xwe ji dest dan û ji bo rizgarkirina 23 kesên ku di bin erdê de asê mane xebat berdewam dikin. Bûyer şeva duşemê li herêma Bogorê piştî barana zêde û rabûna Çemê Ciseureuhê rû da; 11 karker beriya ku av tije bibe karîn xwe rizgar bikin.
Ji ber ku kan qaçax bû, bûyer piştî 16 saetan ji rayedaran re hat ragihandin. Serokê Yekîneya Rewşên Awarte ya Bogorê M. Adam Hamdani derbarê vê derengmayînê de got: "Pirsgirêk ew bû ku kesî rewş ranegihand û ji ber ku kar neqanûnî bû kesî nedixwest agahî bide."
Ekîbên rizgarkirinê ji bo valakirina avê pompeyên binavê bi kar tînin, lê bilindahiya avê û tengbûna cihê bûyerê xebatan zehmet dike. Di xebatan de cenazeyên 3 karkeran di kûrahiya 30-40 metreyan de hatin dîtin. Şîrketa dewletê PT Antamê jî ragihand ku bûyer li kaneke bêdestûr a nêzî tesîsên wan qewimiye û ew ji ber sedemên mirovî piştgiriyê didin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çînê keştiya fezayê ya Shenzhou-24 bi tîmeke ji du Çînî (Tang Hongbo û Wu Yi) û astronotekî Pakistanî (Muhammed Zişan Elî) pêk tê şand fezayê. Ev erk cara yekê ye ku astronotekî biyanî di bernameya fezayê ya Çînê de ber bi îstasyona fezayê ve tê şandin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê tekez kir ku kuştina Tuxgeneral Naîm Muhammed Ebû Nahal, Midûrê Giştî yê Ewlekariya Navxweyî ya Şerîda Xezzeyê ji aliyê sîyonîstan ve sûcekî şer e.
Li Cartagena ya Kolombiyayê krîzeke rehîneyan diqewime. Êrîşkarên çekdar ketin supermarketa Exito ya li navenda kirînê ya Paseo de la Castellana û 25 kes rehîn girtin.