Li Haîtîyê êrîşa çekdarî: 50 mirî

Li bajarokekî Haîtîyê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 50 kes ku di nav wan de zarok jî hene canê xwe ji dest dan.
Li bajaroka Prevala herêma Artiboniteya Haîtîyê, dûçarê êrîşa komekî bû. Êrîşdaran di êrîşê de gelek xanîyan şewitandin û li dijî sîvîlan jî êrîşên çekdarî li dar xistin.
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku herî kêm 50 cesed hatine dîtin, hinek cesed hatine şewitandin û serên wan hatine jêkirin. Tê diyarkirin ku çûndina herêmê hêna jî zor û zehmet e.
Tê diyarkirin ku êrîş ji teref komekî ku bi navê “Koalîsyona Parastina xwe” tê naskirin ve hatîye lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Filip Lazarini, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Karên Filistînî (UNRWA), got ku alîkariya mirovî ya ku ji Xezzeyê re tê şandin, di krîza mirovî ya heyî de mîna "gerîna derziyê di nav giyayê de" ye.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 901an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 593 kesan.
Di êrîşên asîmanî yên ku li herêmên cuda yên Xezzeyê hatin lidarxistin de 8 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Bi taybetî li herêmê orte û başûrê Xezzeyê êrîş hatine zêdekirin.