Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 54 hezarî

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 901an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 593 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 79 şehîd û 211 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 3 hezar û 747 kes şehîd bûn, 10 hezar û 552 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Filip Lazarini, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Karên Filistînî (UNRWA), got ku alîkariya mirovî ya ku ji Xezzeyê re tê şandin, di krîza mirovî ya heyî de mîna "gerîna derziyê di nav giyayê de" ye.
Di êrîşên asîmanî yên ku li herêmên cuda yên Xezzeyê hatin lidarxistin de 8 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Bi taybetî li herêmê orte û başûrê Xezzeyê êrîş hatine zêdekirin.
Li bajarokekî Haîtîyê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 50 kes ku di nav wan de zarok jî hene canê xwe ji dest dan.