Li herêma Altaya Rûsyayê di mezinahîya 6,4an de erdhej
![Li herêma Altaya Rûsyayê di mezinahîya 6,4an de erdhej Li herêma Altaya Rûsyayê di mezinahîya 6,4an de erdhej](/img/NewsGallery/2025/2/15/442725/FeaturedImage/9e3d4ab1-7243-49c3-aff8-2d59a3b6b9ef.webp)
Li herêma Altaya Rûsyayê di mezinahîya 6,4an de erdhejek pêk hat. Rayedaran diyar kirin ku piştî erdhejê derbasî rewşa hazirîya bilind bûne.
Serwîsa Jeofîzîka Akademîya Zanyarên Rûsyayê, daxuyand ku li herêma Altaya Rûsyayê di mezinahîya 6,4an de erdhejek pêk hat. Hat destnîşankirin ku navenda erdhejê 27 kîlometre başûrrojhilata gundê Koş-Agaçê ye. Rayedaran, ragihandin ku kurahîya erdhejê 5 kîlometre ye.
Walîyê herêma Altayê Andrey Turçak, daxuyand ku piştî erdhejê derbasî rewşa hazirîya bilind bûne. Turçak, destnîşan kir kur li hinek herêman perwerdehî hatine betalkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Perûyê ji ber ku pirekî 60 metre dirêjahîya wî heye hilweşîya du otobûs û wesayîtekî ketin nav çem. Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 41 kes jî birîndar bûn.
Di çarçoveya pevguhertina 6emîn a esîran de li hember 3 esîrên siyonîst 36 cezayê hepsê yê muebbet girtine 369 esîrên din serbest hatin berdan.
Êrîşên hêzên îşxalker ên li ser bajarê Tulkarm û kampên koçberan di roja 20emîn de berdewam dikin.
Baskê leşkerî yê Hereketa Cîhada Îslamî ya Serîyeyên Qudsê, li girtiyê rûsî yê siyonîst Aleksandr Trufanov ku li Şerdîa Xezzeyê girtî ye re ragihand, wê di çarçoveya peymana agirbestê de were berdan.