Êrîşên îşxalê yên li Tulkarmê di roja 20an de ne
![Êrîşên îşxalê yên li Tulkarmê di roja 20an de ne Êrîşên îşxalê yên li Tulkarmê di roja 20an de ne](/img/NewsGallery/2025/2/15/442772/FeaturedImage/4a8ae1a7-94ad-47fe-b3dd-bf6dbf4042a2.webp)
Êrîşên hêzên îşxalker ên li ser bajarê Tulkarm û kampên koçberan di roja 20emîn de berdewam dikin.
Siyonîstên îşxalker êrîşên xwe yên li dijî bajarê Tulkarmê û kampa koçberan di roja 20emîn de û di roja 7emîn de jî li dijî Wargeha Koçberan a Nûr Şems berdewam dikin.
Di encama êrîşên zêde yên leşkerî de heta niha 11 Filistînî şehîd bûne, di binax û mal û milkê de jî wêraniyeke mezin rû daye.
Li gorî medyaya herêmê, balafirên bê mirov ên artêşa îşxalê piştî nîvê şevê bombeyan avêtin herêma taxa rojhilat a nêzî kargehên Ebû Safiye û derdora kampên koçberan ên Tulkerm û Nûr Şems. Di encama teqînan de dengek mezin derket, heta niha ti ziyanên canî çênebûne.
Hêzên îşxalker ji nuqteya kontrolê ya eskerî ya siyonîst li rojavaya Tulkermê eskerên zêde kirin. Hêzên îşxalê tevî kûçikên polîsan li kolan û taxên bajêr belav bûne û bi taybet li derdora kolana Alîmî, kolana başûrrojava, kolana Nablus a nêzî Kampa Tulkarm, meydanên Şuwayke û Yunus ên bakur hatine bicihkirin.
Leşkerên îşxalê 2 ciwanên bi navê Daaş Ehmed Şehade û Muhammed Amarna ku di wesayîtekê de bûn li Kolana Kompleksa Dadgehê girtin. Her wiha ciwanekî din ê ku heta niha nasnameya wî nehatiye diyarkirin, li nêzî Meydana Şuweyka girt.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya Meclîsa Giştî ya Karûbarên Sivîl û Wezareta Sihhetê ya Filistînê de hat ragihandin ku hêzên îşxalê roja Çarşema borî li Kampa Koçberan a Nûr Şems 3 ciwan kuştine û cenazeyên wan girtine.
Bi van êrîşan re hejmara şehîdên Tulkarmê derket 11an. Di nava şehîdan de jinek ducanî, zarokek 7 salî û jinek din jî hene.
Li gorî agahiyên ewil li kampa Tulkarmê 22 xanî bi temamî wêran bûne, 300 xanî qismî wêran bûne, 11 xanî jî hatine şewitandin. Li kampa Nûr Şems 13 xanî bi temamî wêran bûne, 60 xanî qismî wêran bûne, 2 xanî jî şewitîne.
Filistîniyên ku li herêmên dorpêçkirî yên kampa Tulkarmê asê mane banga alîkariya lezgîn kirin û ragihandin ku ji ber qutbûna ceyran, av û ragihandinê di xetereya jiyanê de ne. Tê diyarkirin ku kêmbûna xwarin, ava vexwarinê, şîr û dermanan gihiştiye asteke krîtîk. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hukûmeta Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku , Artêşa Ruandayê û hêzên Hereketa 23ê Adarê (M23) Bukavuya paytexta Kîvû-Başurê bi dest xistine.
Li Bolîvyayê otobusek ket zinarekî û herî kêm 31 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Naîm Qasim helwesta Serokê Emerîkayê Donald Trump a der barê Filistînê de weke "qirkirina siyasî" bi nav kir.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 271 kesan û 111 hezar û 693 kes jî birîndar bûn.