Li Hindistanê agir bi avahiyekê ket: 5 kes mirin

Di şewata avahiyek pirqatî ya li wîlayeta Uttar Pradesh a Hindistanê de, pênc kes ji heman malbatê mirin.
Agir li avahiyeke pênc qatî ya xanî û bazirganî li herêma Chaman Ganj a navçeya Kanpur Nagar, ku bi qasî 93 kîlometreyan rojavayê Lucknow a paytexta Uttar Pradesh e, derket.
Rayedaran diyar kirin ku li qatên yekem û duyem ên avahiyê tesîsên hilberîna pêlavan jî hene.
Polêsan pênc kesên kuştî wekî mêr, jin û sê keçên wan ên biçûk nas kirin.
Lêpirsînên destpêkê destnîşan kirin ku dibe ku agir ji ber kurteya elektrîkê çêbibe.
Hat ragihandin ku agir di çend silindirên gaza petrolê ya şilekirî ya navmalî de teqînan çêkiriye, û ev yek rewşê hîn xirabtir kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 567an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 610 kesan.
Li navçeya Hualiena Taywanê di mezinahîya 5,7an de erdhejek çêbû.
Pakistan, ji ber fealîyetên êrîşdarîya Hîndistanê ya li Cammû Keşmîrê ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) daxwazîya rûniştina îstîşareya acîl û girtî kir.