Li Keşmîrê lehî: Ji 60î zêdetir mirî

Li Cammu Keşmîra ku di bin îşxala Hîndistanê de ye ji ber şilîya zêde lehî çêbû, di encama lehîyê de herî kêm 60 kes canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku di encama lehîya ku li Cammu Keşmîra îşxalkirî pêk hat de, herî kêm 60 kesan canê xwe ji dest dan, ji 100î zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Ekîbên xelaskirinê, piştî afeta xwezayî, ji bona ku mirovên nemirine xelas bikin dest bi xebatê kirin.
Hat îfadekirin ku heta niha 167 kes hatine xelaskirin, lê ji birîndaran rewşa 38 kesan jî giran in.
Tê texmînkirin ku ji 500î zêdetir mirov asê mane û hinek raydar jî dibêjin dibe ku ev reqem 1000î jî derbas bike.
Rayedaran, hişyar kirin dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê, General Yehya Rehîm Safewî, diyar kir ku îhtîmala destpêkirina şerekî nû heye û divê kapasîteya êrîşê li dijî senaryoyên herî xirab were xurtkirin.
Ji teref artêşa rejima sîyonîst ve li Xezzeyê êrîşên nû hatin lidarxistin, di encama wan êrîşan de 7 jê li hewşa nexweşxaneyê tev de 32 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew bi fuzeyên hîpersonîkê li dijî Balafirgeha Ben Guriona li Tel Avîvê operasyonek li dar xistin.
Di felaketa lehî ya ku li Pakistanê piştî baraneke dijwar pêk hat de 645 kesan canê xwe ji dest dan.