Li Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin

Ji ber zêdebûna şîddeta li Los Angelesê ku ji bo destekdayîna ji koçberên neqanûnî re hatine destpêkirin, li navenda bajêr derketina derve hat qedexekirin. Serokê Şaredarîyê Karen Bass, destnîşan kir ên ku qedexeyê îxlal bikin ew ê bêne girtin.
Li bajara Los Angelesa Kalîfornîyayê, protestoyên ku bi armanca destekdayîna koçberên neqanûnî têne lidarxistin ji şîddetê re veguherî, ji ber bûyerên şîddetê Serokê Şaredarîyê Karen Bass, li navenda bajêr derketina derve qedexe kir.
Hat daxuyandin ku qedexe ji 20.00an dest pê dike heta 06.00an di nav 2 kîlometreyî de derbasdar e.
Serok Bass, ragihand ên ku qedexeyê îxlal bikin ew ê bêne girtin û derheqê wan de muameleyên qanûnî bêne destpêkirin.
Protestoyên ku têne lidarxistin, ji ber ku Daîreya Muhafazayên Gumruk û Koçberîyê ya Emrîkayê binçavkirinan li dar dixe têne kirin.
Di pevçûnan de gelek xwepêşandar hatin binçavkirin, wesayît hatin şewitandin û hêzên ewlehîyê jî dem bi dem bi xwepêşandaran re dikevin nav gengeşîyê.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ji bûyeran re bertekek tund nîşan da, û daxuyand ji bona ku li Los Angelesê asayîşê temîn bikin yekîneya Muhafizên Netewî şandine.
Trump, Walîyê Californiayê Gavin Newsonê bi kêmbûnê sûcdar kir û got ku divê ji yên ku ala Emrîkayê dişewitînin re salekî cezaya hefsê bê dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tehranê ji Emrîkayê xwest ku zirarên êrîşan tezmîn bike.
3 sîxûrên Mossadê ku hatin tespîtkirin bi rejima îşxalker re di nav têkilîyê de ne hatin îdamkirin.
Gelê Îranê li Tehrana paytext, zefera ku li hember êrîşên rejima îşxalker û Emrîkayê hatîye bidestxistin pîroz dikin.
Di qetlîama rejima îşxalker a ku li navenda belavkirina qaşo ya bi piştgirîya Emrîkayê hatîye vekirin de, hejmarê şehîdan gihaştîye 516 kesan.