Li Nîjeryayê mayîn teqîya: 9 kes mirin
Li wîlayeta Zamfara ya Nîjeryayê, dema ku wesayît derbas dibûn, mayina ku li ser rêyeke mezin hatibû çandin, teqiya. Di bûyerê de neh kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî raporên di çapemeniya neteweyî de, du mayînên ku li ser rêya Magami-Dansadau hatibûn bicihkirin, hedefa wesayîtên ku di rê de derbas dibûn hatin teqandin.
Di êrîşê de 9 kes hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Piştî teqînê hêzên ewlehiyê bo herêmê hatin şandin.
Berdevkê Polîsê Wîlayeta Zamfarayê Yazîd Ebûbekir ragihand ku lêpirsîna bûyerê dest pê kiriye û tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dê ji bona ku li ser naskirina serxwebûna herêma Somalîlandê ya ji teref rejîma îşxalker ve di 29ê Kanûnê de civîneke awarte li dar bixe û rewşê nîqaş bike.
Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhemîd Dîbeybe diyar kir ku ew bi hevkariya Tirkiyeyê lêkolîna li ser qezaya balafirê ya li Enqereyê ku tê de şandeyeke leşkerî ya Lîbyayê hebû dişopînin.
Li wîlayeta Lao Cai ya bakurê Vîetnamê otobûsek ji bin kontrolê derket û qulipî, di encama qezaya ku pêk hat de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.