Li Narmaka Tehranê 5 sîvîl şehîd bûn, ji 20î zêdetir birîndar heye

Rejima îşxalker li dijî rojhilata Tehranê êrîşeke asîmanî da destpêkirin, di êrîşa ku li bajara Narmakê hat lidarxistin de 5 sîvîl şehîd bûn, 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku televîzyona fermî ya Îranê belav kirîye, rejima îşxalker di seatên serê sibehê de êrîşî herêma Narmaka Tehranê kir.
Li gorî diyarîyên ewil di êrîşan de 5 sîvîl şehîd bûn, 20 kes jî birîndar bûn.
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku di gelek xanî û avahîyan de xesar çêbûne, dengê teqînê jî li ji gelek bajarokan hatîye bihîstandin.
Hat hînbûn ku hinek birîndar ji ber şibakên wan ên ku şikîyane birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker hêna jî berdewam dikin, di encama êrîşên ku nav 48 seatên dawîn hatin lidarxistin de 90 kes şehîd bûn, 605 kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst di êrîşa li dijî Îranê de sîvîlan hedef girt. Di êrîşa ku li kompleksa qonit a Çamranê ya li Tehranê hat lidarxistin de 60 sîvîl şehîd bûn. Îranê, diyar kir ku ew ê tolhildan berdewam bikin û êrîş bêbersiv nemînin.
Îranê, di pêvajoya tolhildanê de ket nav merhaleyekî nû. Çavkanîyên leşkerî yên Îranê, daxuyandin ku ew ê di rojên pêş de ne tenê axên îşxalkirî bikin hedefên xwe, ew ê baregehên herêmê yên Emrîkayê jî hedef bigrin.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîstî ya li ser Îranê de 78 kes şehîd bûne û 320 kes jî birîndar bûne.