Li nêzîkî Çîyayê Everestê du helîkopter li hev ketin: 1 mirî, 1 birîndar
Li herêma Çîyayê Everest a Nepalê, du helîkopterên ku dixwestin dakevin, li hev ketin û di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên rayedaran, qeza roja Sêşemê li nêzî Kampa Bingeha Everestê qewimî.
Serokê Navçeya Solukhumbuyê, ji Reutersê re got ku di qezayê de welatiyekî Hindî miriye, û welatiyê Zelanda Nû yê birîndar jî hatiye rizgarkirin.
Li gorî agahiyan, helîkopter aîdî du şîrketên taybet, Fishtail Air û Dynasty Air bûn.
Fishtail Air diyar kir ku helîkoptera wan dema daketinê ket xwarê dema ku rêwîyên ji herêma Everestê rizgarkirî hildigirt. Karbidestekî şîrketê got ku welatiyên Hîndistan û Zelanda Nû yên di balafirê de geştyar bûn.
Karbidestekî Dynasty Air diyar kir ku di helîkoptera şîrketê de rêwî tunebûn û tenê bar hildigirt.
Qeza, di lûtkeya sezona meşên çiyayî li Nepalê de qewimî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên Filistînî di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, gihîştiye 74 hezar û 615 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 899 kesan. Di 48 saetên dawî de 6 Filistînî şehîd bûn û 27 kes jî birîndar bûn.
Li Girava Qeşm a li Tengava Hurmuzê li pey hev pênc teqîn çêbûn. Medyaya Îranî ragihand ku hinek niştecihên giravê du balafir li ezman dîtine, di heman demê de Wall Street Journal a Amerîkî, bi îddîaya rayedarên Amerîkî, diyar kir ku girav rastî êrîşa hewayî hatiye.
Rejîma îşxalker piştî ku di serdegirtina bajarokê Dura yê El Xelîlê de 21 Filistînî girtin, serbest berdan. Di heman demê de, li gundê El-Burcê, xaniyek ku 15 kes, piraniya wan zarok bûn, bi zorê hate valakirin û veguherî baregeheke leşkerî.