Li Pakistanê di êrîşê de 4 leşker canê xwe ji dest dan

Li bakurrojavaya Pakistanê di encama opersayonan de 4 leşker canê xwe ji dest dan, 7 êrîşdar jî hatin kuştin.
Artêşa Pakistanê, diyar kir ku li wîlayeta Xayber Paxtunwayê du operasyonên cuda hatin lidarxistin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li herêma Şawala Wezîrîstana Bakur, di operasyonê de êrîş li noqteya kontrolê hat kirin û 6 êrîşdarên çekdarî hatin kuştin, 4 leşker jî canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Çîtralê jî operasyonek hat lidarxistin û di wê operasyonê de jî mîlîtanekî çekdar hatin kuştin.
Hat îfadekirin ku gelek çek û cebilxaneya koma çekdar jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê lijneya mizakereya HAMASê Xelîl el Hayye, li ser telefonê bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de, mizakereyên agirbesta li Xezzeyê û geşedanên sîyasî yên dawîn ên li herêmê hatin bidestxistin.
Li Xezzeyê êrîşên rejima îşxalker bênavber berdewam dikin. Di êrîşên dawîn de 7 Filistînî şehîd bûn, bi dehan Filistînî jî birîndar bûn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.