Li Pakistanê rêwîyên otobûsê hatin revandin: 9 mirî

Li başûrrojavaya Pakistanê êrîşdarên çekdar, du otobûsan dan sekinandin û revandin, 9 rêwîyan jî kuştin.
Li wîlayeta Belucistana Pakistanê, êrîşdarên çekdar herî kêm 2 otobûsan dan sekinandin û rêwîyan revandin.
Li gorî çapemenîya mehellî, bûyer li herêma Koralaiya Belucistanê di şeva pêncşemê de pêk hat.
Hat destnîşankirin ku êrîşdaran otobûsan dane sekinandin, rêwîyan peya kirine û nasnameyên wan nihêrtine û di encamê de çend rêwîyan bi xwe re birine.
Heta niha 9 rêwî hatine kuştin û cesedên wan hatine dîtin.
Hêzên ewlehîyê piştî bûyerê, ji bo mirovên ku hatine revandin bêne dîtin operasyon dane destpêkiin.
Hêj tu komek xwedî li êrîşê derneket.
Serokwezîrê Pakistanê Şerîf Şahbaz, êrîşê bi zimaneke tund şermezar kir û bûyerê jî ewk çalakîyeke terorê nirxand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Takhara bakurê Efxenisanê ji 7 tonî zêdetir haşhaş, li ber çavên xelkê hatin îmhekirin.
Rejima îşxalker di êrîşên xwe yên ku nav 24 saatên dawîn li dar xist de, 74 Filistînîyan şehîd kir. Di êrîşan de bi taybetî xanî, sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn û çadirên penaberan hatin hedefgirtin.
Ensurallah a Yemenê ragihand ku ew li Negevê û bendera Um er-Raşraşê ya rejîma îşxalker a sîyonîst bi dronan noqtayek leşkerî hedef girtin.
HAMASê, êrîşa ku li Refahê li dijî noqteya belavkirina alîkarîya însanî hat lidarxistin wek “qetlîameke wehşî” nirxand.