Li Pakistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî leşkeran kirin: 13 mirî, 29 birîndar

Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya Pakistanê 13 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.
Êrîş, li navçeya Wezîristana Bakur a parêzgeha Xayber Paxtunxwayê pêk hat.
Li gorî medyaya herêmî, çekdaran li Bazara Xadî ya li navçeya Mîr Alî ya Wezîristana Bakur êrîşî yekîneyeke leşkerî kirin ku li wir karê îmhakirina bombeyan dikir.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku wesayîta tijî teqemenî li wesayîteke tîma îmhakirina bombeyan ket û teqiya, piştî ku çekdaran bi awayekî bêserûber gule li hêzên ewlehiyê reşandin.
Di êrîşê de 13 leşkeran canê xwe ji dest dan û 29 kes, ku 19 ji wan sivîl û 10 jî leşker bûn, birîndar bûn.
Ekîbên xelaskirinê û hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê û cenaze û birîndaran birin nexweşxaneyek nêzîk, ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.
Êrîş ji aliyê komeke bi navê Usûd-ul-Harb ve hat girtin, ku girêdayî rêxistina qedexekirî Tehreek-e-Taliban Pakistan (TTP) ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 412an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 54 kesan.
Tûgayên Qessam ên baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi mûşekên dijî-tank ên "Yasin 105" li çar wesayîtên zirxî yên avahîsaziyê yên aîdî artêşa îşxalker xistine û di wesayîtan de agir derketiye.
Pitikê bi navê Hanî, ku dema ew tenê çar mehî bû, mala wî di êrîşa sîyonîstan de li Xezzeyê wêran bû, lingê wî qut bû û laşê wî bi şarapnelê tijî bû. Dayika wî ji bona ku pitika wê nemire daxwaza tahliyekirina tenduristî ya bilez dike.