Li Pakistanê cîsmekî ku zarokên medreseyê dîtin teqîya: 2 mirî, 16 birîndar
Li bakurrojavaya Pakistanê topek hewanê ku zarokên medreseyê dîtin û anîtin teqîya, di encamê de 2 zarok canê xwe ji dest dan, 16 zarok jî birîndar bûn.
Çavkanîyên Polês derheqê meseleyê de daxuyanî da, û di daxuyanîyê de destnîşan kir ku li herêma Vazîrîstana Bakur a wîlayeta Xeyber Paxtûnwayê di medreseyekî de pêk hat.
Çapemenîya mehellî destnîşan kir ku hinek xwendekaran li derveyê medreseyê dema ku dileyîstin topek hewamê dîtin û gotin qey leyîstikekî ye û anîtin nav medreseyê.
Li gorî daxuyanîya rayedaran, dema ku zarokan leyîstin di wê demê de teqîn çêbû û li cîhê bûyerê du zarok canê xwe ji dest dan, 16 zarok jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku xwendekarên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarê Tver ê Rûsyayê, di êrîşa dronê de 7 kes birîndar bûn.
Ji ber hewaya dijwar a serma, li Xezzeyê kampên konan di bin avê de man, ji ber serma û hilweşînê neh Filistînî şehîd bûn. Bi hezaran kon wêran bûn û bi deh hezaran kes bêparastin man.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.