Li Qazaxistanê agir bi malekê ket: 9 jê zarok 12 mirî
Di şewata ku li malekê li başûrê Qazaxistanê derket de, 12 kes mirin.
Medyaya herêmî ragihand ku di şewata malekê de li herêma Turkistanê ya li başûrê Qazaxistanê, di nav de neh zarok, 12 kes mirin.
Agirê ku li gundê Algabas ê navçeya Zhetysayê di xaniyek taybet a du qatî de derketibû, ji teref ekîbên îtfaîye ve bi temamî hate vemirandin.
Li gorî ekîbên rizgarkirinê, sê kesên bêhiş ji malê hatin derxistin û di bin çavdêriya giran de ne. Di hundir de 12 cenaze, ku neh ji wan zarok bûn jî hatin dîtin.
Li gorî medyaya herêmî, cîranan gotin ku piştî şahiyekê gelek mêvan li malê hebûn.
Serokkomarê Qazaxistanê Qassym-Comart Tokayev ferman da ku lêkolînek li ser sedema şewatê bê kirin û soza piştgiriyê da malbatên kesên ku canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê êrîşa li ser Kampa Ayn el-Hilwe ya li bajarê Seydayê yê Lubnanê wekî "qirkirineke hovane" bi nav kir û îddîayên îşxalkeran ên ku dibêjin ew "navenda perwerdeyê" ye red kir, û tekez kir ku êrîşê bi tevahî sivîl hedef girtine.
Di êrîşa hewayî ya artêşa îşxalker a li ser Kampa Penaberan a Filistînî ya Eyn El-Hîlwe ya li bajarê Seyde ya başûrê Lubnanê de sêzdeh kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Rojnameya Wall Street Journal nivîsand ku avakirina ewlehiyê ya qismî li Xezzeyê ligel agirbestê piştgiriya civakî ji bo HAMASê zêde kir, ku ev yek plana bêçekkirinê ya Trump dijwartir kir.