Sîyonîstên îşxalker êrîşî Libnanê kirin: 13 şehîd, gelek birîndar
Di êrîşa hewayî ya artêşa îşxalker a li ser Kampa Penaberan a Filistînî ya Eyn El-Hîlwe ya li bajarê Seyde ya başûrê Lubnanê de sêzdeh kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst digel peymana agirbestê ya ku di 27ê Mijdara 2024an de hatiye îmzekirin, êrîşên xwe yên li ser herêmên başûrê Lubnanê didomîne.
Li gorî ajansa fermî ya Lubnanê NNA, artêşa îşxalker li Kampa Penaberan a Filistînî ya Eyn El Hîlvayê êrîşeke hewayî pêk aniye.
Hat ragihandin ku piştî êrîşa li ser derdora Mizgefta Xalid Bin Welîd a li kampê, ambulans gihîştine herêmê.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrîşê de 13 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Artêşa îşxalkeran berpirsyariya êrîşa li ser Kampa Penaberan a Filistînî ya Eyn Hîlva li bajarê Seydayê yê başûrê Libnanê girt ser xwe.
Di daxuyaniyê de hat îddîakirin ku Kampa Penaberan a Filistînî ji bo HAMASê baregeheke perwerdeyê bû û di êrîşê de endamên HAMASê bûn hedef.
Di heman demê de, di êrîşên bêmirov ên ku artêşa îşxalker di heman rojê de li parêzgeha Nebatiyeyê li ser du wesayîtan pêk anî de, du kes şehîd bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê êrîşa li ser Kampa Ayn el-Hilwe ya li bajarê Seydayê yê Lubnanê wekî "qirkirineke hovane" bi nav kir û îddîayên îşxalkeran ên ku dibêjin ew "navenda perwerdeyê" ye red kir, û tekez kir ku êrîşê bi tevahî sivîl hedef girtine.
Di şewata ku li malekê li başûrê Qazaxistanê derket de, 12 kes mirin.
Rojnameya Wall Street Journal nivîsand ku avakirina ewlehiyê ya qismî li Xezzeyê ligel agirbestê piştgiriya civakî ji bo HAMASê zêde kir, ku ev yek plana bêçekkirinê ya Trump dijwartir kir.