Hêzên îşxalker ji duh bi şev û vir ve di êrîşên li ser bajarên cuda yên Şerîaya Rojava de herî kêm 20 kes desteser kirin.
Îşxalkeran zarok û girtiyên berê jî di nav de herî kêm 20 welatiyên Şerîaya Rojava desteser kirin.
Saziya Êsîr û Êsîrên Berê û Klûba Êsîran daxuyand ku binçavkirin li bajarên El Xelîl, Beytulehîm, Tulkerm, Erîha, Ramallah û Qudsê pêk hatine.
Her wiha îro danê sibê hêzên îşxalê girtiyê berê yê ji bajarokê Meyselûn ê Cenînê Hasan Elî Rabaya piştî ku mala wî dorpêç kir bi guleyan qetil kirin û cenazeyê wî girtin.
Rejîma îşxalkê bi awayekî sîstematîk êrîşan pêk tîne û Filistîniyan êsîr digire da ku berxwedana ku li dijî xwe zêde dibe têk bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Çinghay Çînê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat.
Li wîlayeta Holguina Kûbayê di depoyekî cebilxaneya leşkerî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de ji 13 leşkeran xeber nayê girtin.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) got ku "Nexweşxaneyên li Xezzeyê bûne xefikên mirinê".
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS Usama Hamdan weha got, “Dijmin ji gelê Filistînê ya li Xezzeyê re her tiştî asteng dike. Kuştin û tunebûnkirinê didomîne.”