Li Sûdana Başûr êrîşa çekdarî: 21 mirî
Di êrîşa çekdarî ya li navçeya Tonj East a ku girêdayê wîlayeta Sûdana Başûr e de bi tevî pîrek û zarokan 21 kes canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Enformasyon ê Wîlayetê William Wol Mayom, di daxuyanîya ku li Eye Radioyê re da de, diyar kir ku cotgehek heywanan a li herêma Lwanjong a navçeya Tonj Eastê ji teref mirovên çekdaran ve hat hedefgirtin.
Di encama êrîşa çekdarî de 21 kesan canê xwe ji dest dan û ji wan jî 6 zilam, 15 pîrek û zaron bûn.
Hat îfadekirin ku hêzên ewlehîyê gihîştin herêmê û dest bi xebatê operasyonê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên Behrê yê artêşa Îranê, diyar kir ku 2 keştîyên petrolê li Tengava Hurmuzê ketin nav herêma ku îzîn nehatîye dayîn û li mayînan qelibîne, dûre jî şewitîne.
Li parêzgeha Belûcistan a Pakistanê, di şewata piştî lihevketina otobûseke rêwîyan bi tankereke ku gaza petrolê ya şilekirî (LPG) hildigirt de, herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Komîteya Çaremîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), sê pêşnûmebiryarên derbarê pirsgirêka Filistînê de bi piraniya dengan qebûl kirin.