Li Sûrîyeyê operasyona narkotîkê: 162.000 hebên captagon hatin desteserkirin
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku di operasyoneke yekîneya dijî narkotîkê de li Şamê şaneyek bazirganiya maddeyên hişber hatiye têkbirin, di encamê de pênc şikdar hatine girtin û 162.000 hebên captagon hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyan, di operasyonekê de li Şama paytexta Sûrîyeyê de şebekeyeke bazirganiya maddeyên hişber hat têkbirin û 162 hezar hebên captagonê hatin desteserkirin.
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku "yekîneya dijî narkotîkê" ya wê operasyonek li dijî şaneyek ku li Şamê ji bo firotina narkotîkê hatibû dîtin, pêk aniye.
Di daxuyaniyê de, ku nîşan dide şebekeyeke bazirganiya madeyên hişber hatiye bêbandorkirin, hat ragihandin ku di operasyonê de 5 kes hatine binçavkirin û 162 hezar hebên kaptagonê hatine desteserkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Mekkeya Erebistana Siûdî di qezayeke trafîkê de welatiyekî Tirkîyeyê mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Lîbyayê Dîbeybe ragihand ku Serfermandarê Giştî Heddad û kesên bi wî re, ku di balafira ku ji Enqereyê vedigerîya Lîbyayê de bûn de, canê xwe ji dest dane.
Serokwezîrê Sûdanê Kamil Îdrîs, li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di gotarekê de ragihand ku wan di bin çavdêriya navneteweyî û herêmî de pêşniyara agirbestek berfireh kiriye, û tekez kir ku şer ziyanek pir mezin daye welat.