Serokwezîrê Lîbyayê Dîbeybe: Serfermandarê Artêşê Heddad û hevalên wî canê xwe ji dest dan
Serokwezîrê Lîbyayê Dîbeybe ragihand ku Serfermandarê Giştî Heddad û kesên bi wî re, ku di balafira ku ji Enqereyê vedigerîya Lîbyayê de bûn de, canê xwe ji dest dane.
Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Abdulhemîd Dîbeybe ji bo Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê Muhammed el-Heddad û şandeya pê re ku di balafirê de bûn û li Enqerê ket xwarê peyama sersaxiyê weşand.
Dîbeybe wiha got, "Bi xemgînî û xemek mezin me nûçeya mirina Serokê Fermandariya Artêşa Lîbyayê Muhammed El-Heddad, Fermandarê Hêzên Bejayî Feytûrî el-Grîbil, Fermandarê Korporasyona Pîşesaziya Leşkerî Tuggeneral Mehmûd El-Katawî, Şêwirmendê Serokê Fermandariyê Muhammed Asawî Diyab û Wênekêşê Ofîsa Çapemeniyê ya Serfermandariya Giştî Muhammed Mahcub wergirt, di dema vegera xwe ji serdana fermî ya Enqerê de di qezayek trajîk de canê xwe ji dest dan."
Serokwezîr Dibeybe got, "Ev (qeza) ji bo welat, saziyên leşkerî û hemû Lîbyayîyan windahiyek mezin e. Me mirovên ku bi dilsozî û fedakarî xizmeta welatê xwe kirin, di dîsîplîn, berpirsiyarî û dilsoziya neteweyî de mînak dan, winda kirin.
Em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr ji malbatên şehîdên xwe û hevalên wan ên çekdar ên di Hêzên Çekdar de re pêşkêş dikin. Em ji Xwedayê Teala lava dikin ku rehma xwe ya berfireh bide wan, wan di bihuşta xwe ya berfireh de qebûl bike û sebir û aramiyê bide malbat û hezkiriyên wan."
Endamên şandeya Lîbyayê yên ku di qezaya balafirê ya li Enqerê de canê xwe ji dest dan ev in:
Serokê Erkanê Mihemed El-Hedad
Serfermandarê artêşê Orgeneral El-Feyturi Xarib
Rêveberê Berhemanîna Leşkerî Tuggeneral El-Qatiwî
Şêwirmendê Serfermandarê Giştî
Wênegirê Serfermandarê Giştî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî agahiyan, li wîlayeta Plateau ya Nîjeryayê, di êrîşeke çekdarî ya li ser otobuseke rêwiyan de 28 kes hatine revandin.
Balafira taybet a ku Serfermandarê Giştî yê Lîbyayê General Mihemed Elî Ehmed El-Hedad tê de bû û ji Enqerê ber bi Trablûsê ve diçû, li Haymanayê ket xwarê.
Li Mekkeya Erebistana Siûdî di qezayeke trafîkê de welatiyekî Tirkîyeyê mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê ragihand ku di operasyoneke yekîneya dijî narkotîkê de li Şamê şaneyek bazirganiya maddeyên hişber hatiye têkbirin, di encamê de pênc şikdar hatine girtin û 162.000 hebên captagon hatine desteserkirin.