Li Tehranê qetlîama rejima sîyonîst: 20 jê zarok 60 şehîd

Rejima sîyonîst di êrîşa li dijî Îranê de sîvîlan hedef girt. Di êrîşa ku li kompleksa qonit a Çamranê ya li Tehranê hat lidarxistin de 60 sîvîl şehîd bûn. Îranê, diyar kir ku ew ê tolhildan berdewam bikin û êrîş bêbersiv nemînin.
Tehrana paytexta Îranê, cîhê herî xwîndar ê hedefa sîyonîstan bû.
Li gorî Televîzyona dewlet a Îranê, di êrîşa ku doh ji kompleksa qonitên Çamranê re hatîye lidarxistin de herî kêm 60 sîvîl şehîd bûne.
Di nav şehîdan de 20 zarok jî hene. Hat îfadekirin ku heta niha cesedê 10 zarokan tenê hatine dîtin.
Xebatên ku ji bo mirovên di bin enqazê de mane bêne derxistin hêna jî berdewam dikin, lê tevde 38 cesedê şehîdan tenê hatin dîtin.
Di heman seatan de herêmên dinê jî hatin hedefgiritn. Ajansa Xeber a Mehrê, îfade kir ku derdorê rafînerîya petrola Tebrîzê jî bûye hedefê êrîşan.
Li Hamedan, Kirmaşan û Hûrremabadê jî sîstemên parastina hewayê hatine qutkirin û bi hedefên dijmin re pevçûn derketîye. Bi tesîra teqîna li gelek herêman xesar çêbûye.
Piştî êrîşan bireveberîya Îranê dîyar kir ku ew ê van êrîşan bêceza û bêbersiv nemîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker hêna jî berdewam dikin, di encama êrîşên ku nav 48 seatên dawîn hatin lidarxistin de 90 kes şehîd bûn, 605 kes jî birîndar bûn.
Îranê, di pêvajoya tolhildanê de ket nav merhaleyekî nû. Çavkanîyên leşkerî yên Îranê, daxuyandin ku ew ê di rojên pêş de ne tenê axên îşxalkirî bikin hedefên xwe, ew ê baregehên herêmê yên Emrîkayê jî hedef bigrin.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîstî ya li ser Îranê de 78 kes şehîd bûne û 320 kes jî birîndar bûne.