Li wîlayeta Beglana Efxenistanê bi dehan mirovên tiryakxwar hatin tedawîkirin
 
                         
                        Li wîlayeta Beglanê 48 tiryakxwaran hatin tedawîkirin û dûre ew gihaştin malbatên xwe.
Midûrê Micadeleya bi Narkotîkê yê Midûrtîya Ewlehîya Beglanê Mele Muhammed Nebî Kamra, ji ajansa xebera fermî BNAyê re daxuyanî da û got ku van însanên ku tiryakê bikartînin di nav 45 an jî 90 rojan de tedawîyê dibînin û piştî ku baş dibin jî ji malbatên xwe re têne şandin.
Kamran, destnîşan kir ku di nav 3 salê dawîn de ji herêmên cuda ji 4 hezarî zêdetir mirovên ku muptelayê tiryakê bûne hatine tedawîkirin, niha jî li di navendên tedawîya tiryakê nêzê 180 mirov tedawîyê dibînin.
Kamran, bang li malbatan û gelê herêmê jî kir ku bila li ser ciwanan bisekinin ku nekevin nav vê gemarîyê û di vê çarçoveyê de bila bi sazîyên dewletê re di nav têkilîyê de bin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst pabendî ti peymanên ku îmze kiriye nabe. Hêzên îşxalker ên ku êrîşên xwe li Xezzeyê didomînin, agirbesta ku 10 meh berê bi Lubnanê re hatibû îmzekirin îxlal dikin û êrîşên xwe didomînin.
Li bajarokê Silvad ê Ramallahê yê Şerîaya Rojava, dema ku hêzên îsraîlê gule li ser wan reşandin, ciwanekî 15 salî yê Filistînî şehîd bû.
Hat diyarkirin ku li Nîjeryayê 42 leşker bi îddîaya teşebûsa derbeyê hatin binçavkirin.