Li wîlayeta Texasa Emrîkayê lehî: Her kêm 24 mirî, 20 winda

Ji ber lehîya li Texasa Emrîkayê herî kêm 24 kesan canê xwe ji dest dan. Rayedarên Herêmê, hişyarî dan dibe ku hejmarê mirîyan zêde jî bibe.
Şerîfê bajarê Kerr County Larry Leitha, di daxuyanîya çepemenîyê ku li dar xist de, got, “Hêna jî çend kes hene ku me wan tespît nekirîye. Ew ê xebatên lêgerîn û xelaskirinê çend rojên dinê jî berdewam bikin.” Hişyarîya lehîyê ku ji bo herêmê hat dayîn hat dirêjkirin, hejmarê mirovên ku hatine xelaskirin jî 237 kes in.
Li Houstonê ji bo 20 zarokên ku kamp dikirin ku bi avê ve çûn xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike. Alîkarê Walîyê Texasê Dan Patrick, destnîşan kir ji ber şehîya li kampa havînê ya xristîyanan a bi navê Camp Mysticê 14 helîkopter, 12 drone û ji 500î zêdetir personel beşdarî xebatan bûne.
Pasdaranên Netewî ya Texasê li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand ku ew jî di xebatên lêgerîn û xelaskirinê de roleke aktîf digrin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 338an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 957 kesan.
Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku di danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê de, dibe ku vê hefteyê peymaneke agirbestê were kirin. Trump bersiva Hamasê, ku bi rêya navbeynkaran hat ragihandin, wekî "pêşkeftinek erênî" nirxand.
Tûgayên Qessam ragihandin ku wan li dijî leşker û wesayîtên îşxalker ên li nêzî Rêveberiya Perwerdehiyê ya li navenda Xan Yûnisê operasyoneke berfireh pêk anîne.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê Şêx Neîm Qasim di axaftina xwe de got ku berxwedan çekdanîn û teslîmbûnê neke.