Li Xezzeyê di êrîşa rejîma îşxalker de jinek şehîd bû
Li Refeha başûrê Xezzeyê, di encama gulebarana rejîma îşxalker de jineke Filistînî şehîd bû û gelek kesên din jî birîndar bûn, hat hînbûn ku rewşa hinek birîndaran giran e.
Li gorî çavkaniyên Filistînî, hêzên îşxalker li herêma Mawasih a Refahê li konên koçberan gule reşandine. Di êrîşê de jineke ciwan hat şehîdkirin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Bi awayekî din, balafirên îşxalker wesayîtek li herêma El-Beydar a li başûrê rojavayê bajarê Xezzeyê bombebaran kirin. Raportên destpêkê nîşan didin ku gelek kes birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Teqîneke bihêz li navenda Atînayê bû sedema hilweşîna beşek ji avahiyeke du qatî û di encamê de sê kes birîndar bûn.
Li Îtalyayê, hikûmeta bi serokatiya Serokwezîr Giorgia Meloni rêziknameyek pejirand ku cilên rûpoş ên wekî burka û çarşefê li dibistanan qedexe dike. Tê gotin ku qedexeyê nîqaşek nû der barê hilbijartina takekesî û azadiyên dînî de derxistiye holê, û bal kişandiye ser du pîvanên li ser azadiyan.
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, Pakistan bi wê yekê sûcdar kir ku ji bo dûrxistina balê ji pirsgirêkên navxweyî û ji berpirsiyariyên xwe yên di bin "Peymana Mekkeyê" de, êrîşan li ser Efxenistanê dike.