Li Xezzeyê di saetên serê sibê de xwîn rijîya: 19 şehîd, êrîş berdewam dikin

Li Xezzeyê, di êrîşên dijwar ên ku ji saetên sibê ve berdewam dikin de 19 Filistînî şehîd bûn. Topxane û êrîşên hewayî yên rejîma sîyonîst bi taybetî konên penaberan û wargehên sîvîlan kirin hedef.
Di êrîşên rejîma sîyonîst de ku ji saetên sibê ve li Xezzeyê zêde bûne, herî kêm 19 Filistînî hatin kuştin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatine bidestxistin, di êrîşa topxaneyê ya li ser herêma Ez-Zerqa ya li rojhilatê bajarê Xezzeyê de kesek hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di heman demê de, Dibistana Eş-Şafîî ya li taxa Zeytûnê ya li başûrê rojhilat bû hedef. Di vê êrîşê de pênc kes hatin kuştin û gelek sîvîl jî birîndar bûn. Hêzên rejîmê her wiha li rojhilatê Xezzeyê gelek avahiyên niştecihbûnê wêran kirin.
Balafirên bêmirov ên rejîma siyonîst êrîşî malekê li Kampa Penaberan a El-Bureyc li navenda Xezzeyê kirin. Di êrîşê de du Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn. Bi heman awayî, du kes li Kampa El-Mugazi şehîd bûn.
Di komkujiya serê sibehê de ku li herêma Mewasî ya Xan Yûnisê, li başûrê rojavayê Xezzeyê, li dijî konên penaberan hat kirin, heft Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 10 kes jî birîndar bûn. Her wiha hat ragihandin ku li heman herêmê Filistîniyek û kurê wî jî şehîd bûne.
Rejîma îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê polîtîkayên xwe yên komkujî, birçîbûn, wêranî û koçberiyê didomîne û digel bangên navneteweyî û biryarên Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî jî êrîşên xwe bênavber didomîne.
Di vî şerê hovane de, zêdetirî 192.000 Filistînî şehîd an birîndar bûne, zêdetirî 10.000 kes winda ne û bi sed hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûne. Birçîbûn û şert û mercên şer dibin sedema gelek qurbaniyan, bi taybetî di nav zarokan de. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 338an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 957 kesan.
Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku di danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê de, dibe ku vê hefteyê peymaneke agirbestê were kirin. Trump bersiva Hamasê, ku bi rêya navbeynkaran hat ragihandin, wekî "pêşkeftinek erênî" nirxand.
Tûgayên Qessam ragihandin ku wan li dijî leşker û wesayîtên îşxalker ên li nêzî Rêveberiya Perwerdehiyê ya li navenda Xan Yûnisê operasyoneke berfireh pêk anîne.
Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Lubnanê Şêx Neîm Qasim di axaftina xwe de got ku berxwedan çekdanîn û teslîmbûnê neke.