Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 567an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 567an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 610 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 32 şehîd û 119 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Di nav van rojan de 2 hezar û 459 kes şehîd bûn, 6 hezar û 610 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di şewata avahiyek pirqatî ya li wîlayeta Uttar Pradesh a Hindistanê de, pênc kes ji heman malbatê mirin.
Li navçeya Hualiena Taywanê di mezinahîya 5,7an de erdhejek çêbû.
Pakistan, ji ber fealîyetên êrîşdarîya Hîndistanê ya li Cammû Keşmîrê ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) daxwazîya rûniştina îstîşareya acîl û girtî kir.