Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 58 hezar û 573yan

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 58 hezar û 573yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 139 hezar û 607 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 94 şehîd û 252 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 7 hezar û 750 kes şehîd bûn, 27 hezar û 566 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya li Filistînê (HAMAS) êrîşên rejîma siyonîst ên li ser avahiyên hikûmetê li Şamê şermezar kir.
Li navçeya Kutê yê parêzgeha Wasitê ya Îraqê agir bi marketekê ket û di encamê de 50 kes canê xwe ji dest dan.
Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK), ji bona ku êrîşên rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê biaxivin wê îro bi lezgînî bicivin.
Li Nîv Girava Alaskaya Emrîkayê di mezinahîya 7,2 û 7,2yan de du erdhejên mezin pêk hatin.