Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 192an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 192an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 157 hezar û 114 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 70 şehîd û 356 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 10 hezar û 646 kes şehîd bûn, 45 hezar û 73 kes jî birîndar bûn.
Di nav 24 seatên dawîn de jî ji ber birçîbûnî û kêmxwarinê 2 kes şehîd bûne û bi tevî vêya li Xezzeyê tev de 271 kes ji birçîna û kêmxwarinê şehîd bûne, ji wan 112 kes zarok in.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurrojavaya Pakistanê li dijî wesayîta leşkeran bi bombeyê êrîş hat lidarxistin, di encamê de leşkerek canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.
HAMASê, bang li alema Îslamê û însanên azad ên li cîhanê kir kur bila ji bo Xezzeyê grêva kûrewî bikin.
Barana dijwar a ku li Nîjerê barîya bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de 47 kesan canê xwe ji dest dan.