Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 319 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 319 kesan û 111 hezar û 749 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 22 şehîdên din jî hatine dîtin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 48 hezar û 319 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 22 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 48 hezar û 319 kes şehîd bûn û 111 hezar û 749 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin di qetlîama ku ji teref siyonistên har û terorîst ve zêdetirî 15 mehan li Xezzeyê hat kirin de nêzî 18 hezar zarok hatin şehîdkirin.
Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker li El-Xelîlê zarokekî şehîd kirin.
Hat ragihandin îşxalkerên siyonist peymana agirbestê ya li Xazzeyê 350 caran îhlal kirin.
Hat ragihandin di bergeha peymana teqasa êsîran a di navbera berxwedana Filistîn û rejîma îşxalê de 2 îşxalker ji Komîteya Xaça Sor re hatin teslîmkirin.