Li Xezzeyê pevçûnek dijwar: Bi kemînan qira sîyonîstan hatin anîtin

Tûgayên Qessam û komên berxwedanê yên dinê, diyar kirin ku li Xezzeyê li dijî leşkerên îşxalkeran kemînan danîne û zayîadên giran dane wan. Heta serê sibehê pevçûn berdewam kirin.
Tûgayên Qessam li Xezzeyê sîyonîstan wek kewan xistin nav kemînê. Di navbera îşxalkeran û micahîdên leheng de heta serê sibehê pevçûn berdewam kirin, di pevçûnan de gelek leşkerên sîyonîst hatin kuştin û gelekê wan jî giran hatin birîndarkirin.
Li gorî xebera ku di çapemenîya îşxalkeran de derbas dibin, piştî kemîna Qessam Protokola Hannîbalê ket merîyetê.
Li gorî Protokola Hannîbalê, dema ku îxtîmalek hebe ku leşker hatine revandin, ji wê herêmê re êrîş û bombeyên dijwar têne avêtin ku bila rîska êsîrketina leşkerên sîyonîst werin kêmxistin.
Qenala î24 a sîyonîstan, ji taxên derveyê Xezzeyê jî bi top û hewayan piştgirîkirî pevçûnên dijwar dest pê kirin, di nav vê pevçûnê de hat îfadekirin ku artêş jî pêşveçûna xwe didomîne.
Xeyn ji vê agahîyê di seatên êvarê de Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde jî daxuyanîyek dabû û weha gotibû, “Planên sûc ên îşxalkirina Xezzeyê ya dijmin, wê ji bo serokatîya sîyasî û leşkerî bibe felaketek. Wê artêşa wî, bi xwîna xwe bedêla vêya bidin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 63 hezar û 633yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 160 hezar û 914 kesan.
Rêxistina Efû ya Navneteweyî bal kişand ku “Fîloya Piştgirîya Kûrewî” bi gelê Xezzeyê re nîşana piştgirîyekî biqewet e û ji rejima sîyonîst re jî banga astengnekirina fîloya însanî kir.
Li herêma Darfura rojavaya Sûdanê ax herikî, di encamê de gundekî bi temamî tune bû û ji hezarî zêdetir însan mirin. Bûyer, ji teref Tevgrea Artêşa Xelasîya Sûdanê ve hat diyarkirin.
Leşkerekî dinê yê îşxalker ku di qirkirina li Xezzeyê de wezîfe girtîye, li baregeha leşkerî ya li Bakurê Filistînê întîhar kir. Van bûyerên întîharê bedêla psîkolojîk a qetlîamên îşxalkeran nîşan didin.