Li Xezzeyê tevî zehmetiyan sala nû ya xwendinê dest pê kir

Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind a Şerîda Xezzeyê tevî wêraniya mezin a ku ji ber qirkirina siyonîstan pêk hatiye, destpêkirina sala nû ya xwendinê ragihand.
Wezaretê ragihand ku tevî xerabûyîna mezin a ji ber şerê dawî û zehmetiyên mezin ên li pêşiya pêvajoya xwendinê, wek kêmbûna îmkan û çavkanîyan, îro sala nû ya xwendinê dest pê kir.
Wezaretê ragihand ku xwendekarên ku tevî şert û mercên dijwar nikarin biçin dibistanê, bi rêya Teams û platformên Wise School derfetên perwerdeya ji dûr ve tên dayîn.
Wezaretê her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku bilez destwerdanê bikin da ku piştgiriyê bidin sektora perwerdehiyê ya li Xezzeyê, zextê li îşxalkeran bikin da ku destûr bidin melên nûavakirinê, kirtas û kelûpelên dibistanê û ji bo pêkanîna asayî ya pêvajoya perwerdehiyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 339 kesan û 111 hezar û 753 kes jî birîndar bûn.
Li Trujilloya bajaroka Peruyê bana navenda danustandinekê hilweşîya. Heta niha 3 jê zarok 8 kes mirin, 80 kes jî birîndar bûn.
Joseph Ewnê Serokomarê Lubnanê ragihand ku, Ji bo li sînora Lubnanê îstîqrar pêk bê divê îsraîl ji cihê îşxal kiriye bi temamê vekişe.