Li Xezzeyê di 24 saetên dawî de 4 şehîd û 28 birîndar
Ji destpêka êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê ve, hejmara kuştiyan gihîştiye 74.254 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175.306 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 24 saetên dawî de di encama êrîşên îşxalker de 4 şehîd û 28 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin.
Di rapora rojane ya amarên wezaretê de hat diyarkirin ku ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve ku agirbest dest pê kir, hejmara şehîdan gihîştiye 1471 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 5189 kesan.
Li gorî agahiyan, piştî agirbestê, hejmara şehîdên hatine dîtin gihîştiye 836an.
Li gorî raporê, ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê ve hejmara şehîdan gihîştiye 74.254 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175.306 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî raporek ji aliyê Xizmeta Lêkolînên Kongreya Emrîkayê ve, rêveberiya Washingtonê di êrîşên xwe yên li ser Îranê de ji 28ê Sibatê vir ve 81 balafir, di nav de helîkopter, balafir û dronan, winda kirine an jî bi awayekî mayînde zirar dîtine. Tê texmînkirin ku lêçûna zirarê di navbera 1.9 milyar dolar û 3.3 milyar dolarî de ye.
Piştî rakirina ambargoyên Emrîkayê, Iraqi Airways seferên rasterast bo Îranê ji nû ve dest pê kir.
Sîyonîstên îşxalker li Şerîda Xezzeyê dîsa agirbestê îxlal kirin û êrîşan pêk anîtin, di encama êrîşa îşxalkeran de çar Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.