Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 239 kesan
![Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 239 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 48 hezar û 239 kesan](/img/NewsGallery/2025/2/14/442522/FeaturedImage/9d81be35-6d71-473e-8e06-e54639a50004.webp)
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 239 kesan û 111 hezar û 674 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di 24 seatên dawî de neaşê 17 şehîdên din jî hatine dîtin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 48 hezar û 239 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.
Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 17 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 48 hezar û 239 kes şehîd bûn û 111 hezar û 674 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 222 kesan û 111 hezar û 674 kes jî birîndar bûn.
HAMASê bertek nîşanî daxuyaniyên dawî yên Trump da û diyar kir ku planên wan ên koçberiyê ti carî bi ser nakevin û bi şertê ku aliyê îşxalker jî pêgirê agirbestê be, ew ê li gorî agirbestê tevbigerin.
Neteweyên Yekbûyî, diyarkir ku li Xezzeyê ji ber qrîza xwarinê, ji Çileya 2025an ve ji ber xwarina kêm zêdeyî 2 hezar û 300 zarok tên tedawîkirin.