Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 215an

Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.
Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) ku yek ji navê nîşana berxwedana Xezzeyê bû, li Xan Yûnisê di encama êrîşa ku li Kompleksa Tip a Nasirê hat lidarxisitn de şehîd bû.
Îsleîh, berê jî bûbû hedefa rejima sîyonîst, û ji bo tedawîyê ji nexweşxaneyê re hatibû rakirin. Encax di encama hedefgirtina balafirên herbê yên rejima îşxalker de vê sibehê şehîd ket.
Komîteyên Berxwedana Fîlîstînê, derheqê meseleyê de daxuyanîyeke şînê parve kir û weha got, “Xwîna şehîd rojnameger Îsleîh, ew ê li enîya îşxalkeran wek rûreşîyekî be. Dinyaya ku bêdeng dimîne jî hevparê vê sûcê ye.” Di berdewama daxuyanîyê de ev sûîqesta artêşa îşxalê jî wek “Bi tirsonekî û xaîntî” wesifand.
Ofîsa Medyaya Hikûmeta li Xezzeyê daxuyand ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 215 kesan. Îsleîh, şexsîyetekî gelek girîng ê ku êş û zilma îşxalê ku li Xezzeyê bikardianît dida ber çavan bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.