Îşxalkeran li Xezzeyê qetlîamekî nû pêk anîtin: 3 ji heman malbatî 6 şehîd

Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker a sîyonîst, vê sibehê jî êrîşên xwe yên li Xezzeyê bênavber berdewam dike.
Di êrîşa asîmanî ya ku li herêma El-Amûdayê hat lidarxistin de bav, pîreka wî û zarokek wan ê biçûk şehîd bûn. Di êrîşê de sîvîlên dinê jî birîndar bûn.
Di heman seatê de helîkopterên sîyonîst li nêzê Camîya Beyaza Kampa Penaberên Şatîyê xanîyekî hedef girtin. Li vê derê jî gelek sîvîlan birîndar kirin.
Xeyn ji van agahîyan di bomberdmana ku li herêmên cuda yên Xan Yûnisê hatin lidarxistin de jî sê Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.