Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 655an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 475an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 121 hezar û 950 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 82 şehîd û 262 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 3 hezar û 509 kes şehîd bûn, 9 hezar û 909 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serîyyeyên Qudsê yê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, Aşdod û Eskalanê bi fuzeyan hedef girtn.
Pakistanê, ji ber “hereketên xerab” dîplomatê Hîndî dersînor kir.
Gelê sîvîl ji ber êrîşên artêşa rejima îşxalker, mecbûr dimînin ku koçê cîhên ku têne gotin ewle ne bikin.
Meclîsa Îranê, peymana hevpar a stratejîk a bi Rûsyayê re ku di nav xwe de hevkarîya leşkerî, aborî û çandî dihewîne qebûl kir.