Serîyyeyên Qudsê bi fuzeyan axên îşxalkirî hedef girt

Serîyyeyên Qudsê yê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, Aşdod û Eskalanê bi fuzeyan hedef girtn.
Serîyyeyên Qudsê, li ser qenala Telegramê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo bersivdayîna êrîşên rejima îşxalker a li dijî gelê Filistînê herêmên Aşkelon û Eskalanê bi fuzeyan hedef girtin.
Hat îfadekirin li derdorê Xezzeyê sîren lêketine û li gorî çapemenîya îşxalê jî ji alîyê bakurê Xezzeyê sê heb fuze hatine avêtin.
Çapemenîya îşxalê got, “Dibe ku fuzeyên hatine avêtin li sînora Xezzeyê yekîneyekî tankê hedef girtibe.”
Di vê çarçoveyê de Serîyyeyên Qudsê, ji bona ku li hember qetlîamên sîvîlan heyfê bistînin, baregeha leşkerî ya bi navê “Zikkim”ê û sitargeha “Netiv Ha’sara”yê bi roketan hedef girtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çekdarên nenas li wîlayeta Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê bi ser avahiya walîtiyê de girtin û Waliyê Suweydayê Mistefa el-Bakur ji bo demek kurt êsîr girtin.
Hat îfadekirin ku dora pêncemîn a hevdîtinên nukleer a Emrîka û Îranê wê di 23yê Gulanê de li Romayê be.
Pakistanê, ji ber “hereketên xerab” dîplomatê Hîndî dersînor kir.