Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 762an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 762an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 197 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 107 şehîd û 240 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 3 hezar û 613 kes şehîd bûn, 10 hezar û 156 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku hejmara qurbaniyên baran û lehiyên zêde li wîlayeta New South Wales (NSW) ya Avusturalya gihîştiye sê kesan.
Êrîşên hovane yên sîyonîstên îşxalker li ser Xezzeyê berdewam dikin û ziyanek mezin didin zarokan.
Çekdarên nenas li wîlayeta Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê bi ser avahiya walîtiyê de girtin û Waliyê Suweydayê Mistefa el-Bakur ji bo demek kurt êsîr girtin.