Êrîşeke çekdarî li Sûrîyeyê: Walîyê Suweydayê ji bo demek kurt hat êsîrgirtin

Çekdarên nenas li wîlayeta Suweydayê ya li başûrê Sûriyeyê bi ser avahiya walîtiyê de girtin û Waliyê Suweydayê Mistefa el-Bakur ji bo demek kurt êsîr girtin.
Di daxuyaniyekê de ku ji hêla Rêvebirê Têkiliyên Giştî yê Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê ve hat dayîn, hat ragihandin ku çekdaran bi çekan girtiyek li avahiya parêzgehê berdane. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Waliyê el-Bakur jî di bûyerê de hatiye desteserkirin, eşyayên wî yên şexsî hatine desteserkirin û paşê hatiye berdan.
Rayedarê wezaretê got "Cibicîkirina qanûnê û temînkirina ewlehiyê li Suweydayê hilbijartinek bêveger e. Her hewldanek ji bo hedefgirtina saziyên dewletê an tehdîdkirina ewlehiyê nayê qebûlkirin.”
Hat ragihandin ku ew kesê ku hatiye berdan berê bi tawana diziya wesayîtan hatibû mehkûmkirin. Rayedaran diyar kirin ku ji bo ewlehiya rehîneyan girtî serbest hatiye berdan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku hejmara qurbaniyên baran û lehiyên zêde li wîlayeta New South Wales (NSW) ya Avusturalya gihîştiye sê kesan.
Êrîşên hovane yên sîyonîstên îşxalker li ser Xezzeyê berdewam dikin û ziyanek mezin didin zarokan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 762an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 122 hezar û 197 kesan.