Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 382 kesan

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 382an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 166 hezar û 985 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 38 şehîd û 190 birîndar hatin gihandin.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Herwiha, hejmara kesên ku ji destpêka êrîşan ve di alîkariya mirovî de jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 2 hezar û 526 kesan û hejmara kesên birîndar jî gihîştiye 18 hezar û 511 kesan.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên parastina sivîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zebîhullah Mucahîd, berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo vegerandina Binkeya Hewayî ya Begramê rexne kir.
Karwana Hêvîyê ku li Efxenistanê projeyên cuda lidar dixe, Camîya Eqsayê ku dest bi lêkirina wî kiribûn dawî kir û bi duayan ji îbadetê re vekir.
Di bomberdmana rejima sîyonîst a ku ji serê sibehê ve li Xezzeyê pêk tîne de 18 Filistînî şehîd bûn.