Li Xezzeyê qetlîamekî nû: Di êrîşên rejima sîyonîst de 18 kes şehîd bûn

Di bomberdmana rejima sîyonîst a ku ji serê sibehê ve li Xezzeyê pêk tîne de 18 Filistînî şehîd bûn.
Rejima sîyonîst, êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê zêde kir.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên tenduristîyê hatine bidestxistin, di encama bomberdmana ku li herêmên cuda hatine lidarxistin de 18 Filistînî şehîd bûn.
Hat destnîşankirin ku 12 şehîd ji Nexweşxaneya Şîfayê, 6 şehîd jî ji Nexweşxaneya Baptîst (El-Ma’madanî) re hatine sewqkirin.
Çavkanîyên tenduristîya li Xezzeyê destnîşan dikin ku kapasîteya nexweşxaneyan derbas bûne, û pirsgirêka derman û amûrên tenduristîyê jî her roj ku diçe zêde dibe.
Rewşa însanî ya li herêmê merhaleya krîtîk derbas kirîye, bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bila bi lez û bez midexele bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zebîhullah Mucahîd, berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo vegerandina Binkeya Hewayî ya Begramê rexne kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 382an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 166 hezar û 985 kesan.
Karwana Hêvîyê ku li Efxenistanê projeyên cuda lidar dixe, Camîya Eqsayê ku dest bi lêkirina wî kiribûn dawî kir û bi duayan ji îbadetê re vekir.