Di çarçoveya agirbesta di navbera rejima îşxalker û HAMASê de hatibû îmzekirin de îro ew ê 3 êsîrên îşxalker bêne serbestberdan û wê sîyonîst jî 110 êsîrên Filistînî serbest berde.
Wê li Xezzeyê pevguhertina êsîran a sêyemîn bê lidarxistin.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam yê baskê leşkerî yê HAMASê, diyar kir ku ew ê 2 jê pîrek 3 îşxalkerên ku navê wan Arbel Yehud, Agam Berger û Gadi Moses in û 5 Taylandîyan serbest berdin.
Rejima îşxalker jî wê li hember 3 êsîran, 30 jê zarok, 32 jê girtîyên miebbet, 48 jê yên cezayên hefsê ya giran standine tev de 110 Filistînîyan serbest berdin.
Hat îfadekirin ku ew ê 17 kesên ku cezaya wan a hefsê hene û 3 kesên ku cezaya giran a hefsê girtine wê ji derveyê Filistînê re bêne şandin.
HAMASê, ji 19ê Çileyê vir ve 7 êsîrên sîyonîst, sîyonîst jî 290 êsîrên Filistînî serbest berdane.
Peymana agirbestê wê bi sê merhaleyan pêk bê û ew ê her merhakeyekî jî 6 hefte be.
Rejima sîyonîst jî ew ê ji bo her leşkerekî xwe yê pîrek 50, ji bo her sîvîlekî jî 30 Filistînîyan serbest berde.
Hêna jî di destê HAMASê de tê diyarkirin ku 90 êsîr hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya peymana di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de 3 êsîrên îşxalker û 5 êsîrên Taylandî teslîmî tîmên Xaça Sor hatin kirin.
Li wîlayeta Xora rojavaya Efxenistanê laboratûwarekî tiryakê hat tespîtkirin û dûre hat îmhekirin.
Hat ragihandin ku Salman Momikayê ku li Swêdê bi şewitandina pirtûka pîroz a Mislimanan Qur'anê bû sedema hêrseke mezin û hat kuştin.
Li wîlayeta Xost a Efxenistanê di êrîşa çekdarî ya li ser malekê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.