Li Xezzeyê qetlîam berdewam dike: 21 şehîd hene

Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê îro jî kêm nebûne. Îşxalkeran bi hedefgirtina sîvîlên ku li benda alîkariyê bûn, 21 Filistînî şehîd kirin, ji şehîdan sê heb bira bûn.
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê êrîşên xwe yên li ser sîvîlên ku di rêzên alîkariyê û deverên niştecihbûnê de li bendê ne, berdewam kir. Di êrîşên îro de herî kêm 21 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Li rojavayê bajarê Refehê, ji ber gulebarana îşxalkeran şeş sîvîlên ku li ber nuqteya alîkariyê li bendê bûn şehîd bûn û herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.
Xaleke alîkariyê ya nêzîkî Ceyrangeha Şehîdan li Nuseyratê jî bû hedefa êrîşê. Pênc Filistînî bi guleyên sîyonîstan şehîd bûn, 15 kesên dinê jî birîndar bûn û ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Di êrîşeke asmanî ya li Taxa Zeytûnê ya li başûrê bajarê Xezzeyê de sê kes şehîd bûn. Gelek birîndar rakirin Nexweşxaneya El-Ehlî (Anglîkan) a li Xezzeyê.
Di êrîşa hewayî ya li ser Kolana Mansura ya li Taxa Şucaiyye de sê bira şehîd bûn. Ji bo malbata wan tenê xaniyekî wêranbûyî û hêstir ma.
Di encama gulebarana leşkerên îşxalker a li bakurê rojavayê Xan Yûnisê de Filistîniyekî canê xwe ji dest da.
Di êrîşên sîyonîstên terorîst ên li ser Xezzeyê de ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin, zêdetirî 186 hezar Filistînî şehîd bûne an jî birîndar bûne. Piraniya qurbaniyan zarok, jin û kal û pîr in, zêdetirî 11 hezar kes winda ne û bi mîlyonan kes jî ji cih û warên xwe bûne.
Tevî biryarên Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê ya ji bo rawestandina êrîşan, dagirkerî û êrîşên berdewam gelê Xezzeyê bi birçîbûn, bêparî û kuştinên girseyî re rû bi rû dihêle. Sivîlên ku li benda alîkariyê ne şehîd dibin, îddîayên îşxalkeran ên "alîkarîya mirovî" pûç dikin.
Her çiqas trajediya mirovî ya li Xezzeyê roj bi roj kûrtir dibe jî, raya giştî ya cîhanê bi piranî bêdeng dimîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Ajansa Enerjîya Atom a Navneteweyî (UAEA) Rafael Mariano Grossi, destnîşankir ku êrîşên li dijî tesîsên nukleerî ya Îranê ewlehîya nukleerên li welat kirîye nav talûkeyê, û divê tu dem ji tesîsên nukleerî re êrîş neyê kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê di operasyonên berfireh ên di neh rojên dawî de bi tevahî 148 kes bi şibheya têkiliyên bi Mossadê re binçav kirine.
Eyal Zamîr, qaşo Serfermandarê Giştî yê rejîma sîyonîst, got, "Divê em ji bo şerekî dirêj li dijî Îranê amade bin, rojên dijwar li pêşiya me ne."